Daxuyanî: Gelên me di 31’ê Adarê de ji bo rêveberên xwe yên herêmî hilbijêre dîsa diçin ser sindoqan

Ji partiyên Hevbendiya Gel re; Ji bo namzetên partiyên paşverû yên faşîst ên AKP û MHP’ê deng nînin!

Dengên me; Ji bo kesên ku li dijî şelandin û talana şaredariyê, kesên şaredariya civakî diparêzin re ye!

Dengên me; Ji kesên ku demokrasî û azadî, aştî û jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê diparêzin re ye!

GELÊN Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de ji bo rêveberên xwe yên herêmî, şaredar û endamên meclîsan hilbijêrin diçine ser sindoqan. Ev hilbijartin bi qasî hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên 10 meh berê di Gulana 2023’an de pêk hatin girîng e. Li Tirkiyeyê her hilbijartin têkoşîna, şerê di navbera demokrasî û dîktatoriyê de, di navbera azadî û mêtingeriyê de, di navbera kesên ku refaha gel û pêşketina welat dixwazin û yên li zêrandin û talanê digerin de ye.

Di hilbijartinên Gulana 2023’an de bi piştgiriya desthilatdariya dewletê, Erdogan bi hîle û sextekariyên xwe di hilbijartinê de bi ferqek gelek kêm “bi ser ket” firsend bi dest xist ku dîktatoriya xwe, rejîma yek zilamî ya paşverû û faşîst, zêrandin, çewsandin û sîstema xwe ya talanê bidomîne. Niha jî bi desthilatdariya dewletê di destê wî de, Erdogan plan dike ku bi hilbijartinên herêmî, bi taybetî şaredariyên bajarên mezin ên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya heta 4 salên pêş de welat bike “baxçê gulan bê stirî” li gor dilê xwe serweriyê bike, bi sextekarî dixwaze dîktatoriya xwe ya faşîst bi temamî dabîn bike. Dê hêza xwe ya siyasî ya ku di Gulana 2023’an de bi dest xistibû, bi rêveberiyên herêmî ve di 31’ê Adarê de misoger bike. Divê destûr neyê dayîn. Divê di 31ê Adarê de bi piştgirîkirina rêveberiyên herêmî derbeyek li Erdogan û Partiyên Tifaqa Gel bê xistin. Erdogan bi hêza dewletê di qeydên dengdêran û sindoqan de hîle û sextekarî dê bike, divê pêşi desthilatdariya wî bê girtin.

Ev hilbijartina herêmî ji hilbijartinên herêmî yên 5 sal berê cudatir e. Di van hilbijartinan de ji bilî tifaqa AKP û MHPê û “lihevkirina bajarvaniyê” ya CHP û DEMê li hin parêzgeh û navçeyan, hin partiyên ku xwe çep-sosyalîst bi nav dikin, kirin qurbaniya prensîbên xwe û bi hejmartina dengên hindik namzedên xwe destnîşan kirin. Hemû partiyên din ên burjuva jî bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Tevî sozên xwe ji bilî Partiya DEM’ê ti partiyeke din berendamên xwe ne hilbijartinê, ewan bi rêya destnîşankirina rêvebirên partiyen xwe berendam diyar kirine.

CHP “bi navê tawîzan nedan û tirsa Erdogan ku weke hevkarê terorê bê binavdikir nexwest bi DEM, partiya gelê kurd û tirkên pêşverû û partiyên çep re tifaqê çêbike.” Ji ber vê yekê, di hilbijartinên 2019’an de şaredariyên metropolan ên ku bi desteka hêzên çep û Kurdan bi dest xistibûn, rîzîkoya  xetera wunda kirinê pesinand. Baş eşkere bû ku weke sala 2019’an ti pirsgirêka CHP bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, xistina derbeyekê li hikûmeta Erdogan nemaye.

Partiya DEM’ê ji ber “lihevkirina bajarvaniyê” li hin parêzgeh û navçeyên Rojava namzetan destnîşan nake, lê piştgiriya namzetên “lihevhatina bajaran” dike. Bang li hemû hêzên çep, demokrat, pêşverû û Kurdan dike ku dengê xwe ji bo serkeftina namzetên ku li parêzgeh û navçeyên Rojava bidin. DEM partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dê kar ji bo jinavbirina qeyuman li parêzgehên Kurdistanê û bajarên Kurdistanê hewl bidin, berendamên şaredariyên Partiya DEMê bi piraniya dengan ser bikevin, ku ev yek jî dê bi rêya hilbijartinan, lêvegerandina îradeya gel ji bo gel be. Derxistina qeyuman û serkeftina mezin a Partiya DEMê li parêzgehên kurdî dê bibe derbeya herî mezin li ser hikûmeta Erdogan û Hevbendiya Gel.

Xuya ye di vê hilbijartinê de dê deng li ser partiyan bên belavkirin. Hilbijêr dê ji ber sedemên cuda dengê xwe bidin partî û namzetên cuda. Dengên ku partî di dawiya hilbijartinê de werdigirin dê hêza wan a rast nîşan nedin. Di van hilbijartinan de hêza partiyeke muxalefetê çi mezin çi biçûk, ne li gorî dengên ku distîne ye; Dê bi têkoşîna demokrasiyê ya ku bimeşîne, bi girseyên ku wê bikevin nava liv û tevgerê, ku dakevin kolan û qadan, girseyên ku wê bi rêxistin bikin û daxwazên ku wê bidin pêş ve hêza wan diyar be. Armanca sereke; Armanc divê li dijî dîktatorî, mêtingerî û şerê demokrasî û azadiyê, ragirtin û mezinkirina îradeya girseyan be, paşdexistina dîktatoriya paşverû ya îslamî ya faşîst a Erdogan û têkbirina namzetên wî be. Armanc ew e ku hêrsa ku di nav girseyande de li dijî buhabûn, hejarî, feqîrî û gendeliyê bilind bibe, ev hêrse, li hemberî desthilatdariya Erdogan, AKP û MHP û partiyên din ên paşverû yên faşîst ên ku ji van berpirsyar in, bilind bibe. Armanca rizgariyê di rêya sosyalîzmê de bidestxistina demokrasî û azadiyê ye û parastina şaredariyên beşdar a ku gel di asta herêmî de xwediyê gotin û biryaran e.

Li Tirkiyeyê feraseta xerabûyî ya şaredariya alîkariya civakî ya ku li ser têgeha çanda xêrxwaziyê hatiye avakirin, dabîne. Lê belê pêwîstiya Tirkiyeyê bi şaredariyên, hilberîner, afirîner û şaredariyên xwedîkar heye. Ji bo vê jî di her qonaxê de beşdarbûna gel hewce dike. Garantiya ku mal û milkên şaredariyan ji bo berjewendiya çînek an komekê neyê fedakirin, pêwîste şaredariya beşdar û gel xwedî gotin û biryar pêkan dibe. Partiya me şaredariyeke wisa demokratîk diparêze û ji bo wê têdikoşe.

Armanca sereke ya partiya me di van hilbijartinan de xebat û rêxistinbûna di nava girseyan de ye. Ji bo girseyan bikişîne nav têkoşîna demokrasî û azadiyê, tekez bike ku gelê Kurd, Tirk û hemû gelên Tirkiyê xwedî mafên wekhev in û dikarin bi hev re bijîn. Ji Erdogan bê xwestin ku şerê li dijî Kurdan bi dawî bike. Bê diyarkirin ku bihayî û hejarî encamên siyaseta Erdogan in. Kampanya me ya hilbijartinê li ser bingehê parastina mafên jinan, ciwanan, extiyaran, pirsgirêkên xanenişînan û çareserkirina pirsgirêkên jîngehê di meşe. Mafên wan diparêze, jiyana çandî ya bajaran dewlemend dike û bilind dike, bi cîhanê re entegre dike. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk, beşdar û berhêner diparêze. Di vê kampanyayê de, li ser bingeha zanistî; Divê girîngiya lêkolînên ku ji bo çûnûhatin, paqijî, amadekariya erdhejê, bajarên zinde ên kesk-estetîkî têne armanc kirin. Ji bo wê yekê ye ku hilbijêr biçin ser sindoqan û dengên xwe bikarbînin û sindoqan biparêzin.

Partiya me bang li gelê me dike ku di van hilbijartinan de dengê xwe nedin AKP û MHP û partiyên din ên Tifaqa Gel, li cihê ku “lihevhatineke bajarî” hebe dengê xwe bidin namzetên xwe û li cihê ku tunebe dengê xwe bidin namzetên partiya DEM’ê.

Dengên ku bên dayin divê Erdogan paşve bixîne, demokrasiyê xurt bike, zîhniyeta zêrandinê tune bike û bajarên me geş bike.

Em herin ser sindoqan!

TKP – 1920

tkp-online.com