Daxuyaniya hilbijartinan ya TKP – 1920

Bangêşt

Ji bo hilweşandina Erdogan û bidawîkirina desthilatdariya AKP’ê em dest bi kampanya hilbijartinê bikin!

Gelên Tirkiyeyê, karker û kedkar, gundî, esnaf, ciwan, jin, hunermend û rewşenbîr!

EM ê di 14ê Gulanê de ji bo hilbijartinên serokomarî û parlementoyê biçin ser sindoqan. Ev ne hilbijartinek asayî ye. Em dê bi dengên xwe qedera welatê xwe diyar bikin. Ji bo ku nekeve bin xirbeyên krîzên kûrtir, divê dawî li rejîma yek zilamî ya Erdogan a 21 salan bê anîn! Êdî bes e ji vê dîktatoriya dijminê gel!

​Karesata erdhejên ku li 11 parêzgehan pêk hatin, karakterê rejîma Erdogan ji nişka ve derxist holê. Di rojên pêşîn ên girîng de, bihêle gihîştina, saziyên hikûmetê ji bo alîkariyê, dilxwazên ku ji bo alîkariyê diçûn jî hatine asteng kirin. Hat ragihandin ku 50 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dane û tê texmînkirin ku biqasî wan miriyan jî hêj di bin xirbeyan de ne. Erdhej karesatên xwezayî ne; Lê berpirsê karesata erdhejê dîktator Erdogan e ku ji bo parastina gel li hemberî encamên erdhejê çi tedbîr negirtin û bi efûya avahiyan piştgirî da avakirina avahiyên rizî.

Veguheztina çavkaniyan ji bo sektora înşaetê ya yekalî, yekdestdariya piştgir û çeteyên mafyayê yên di bin desthilatdariya Erdogan ya rejîma yek kesî de, xercên luks yên Qesra serokatiyê, xercên astronomîk yên ji bo şerê li dijî Kurdan, krîza aborî bê hempa kûrtir kir. Bi taybetî di nav ciwanan de bêkarî gelekî zêde bû. Nirxê pereyan geheşte asta herî daketî. Mûçeyên kêm, enflasyona bilind pişta mûçegiran çemand.

​Di bin dîktatoriya faşîst a Erdogan de maf û azadiyên demokratîk bi giranî ji holê hatin rakirin. Rejîma yek zilamî Tirkiye ji bo Kurdan, rojnamevan û akademîsyenan veguherandiye zîndaneke mezin. Ciwan û rewşenbîrên ku ji xwe re paşerojekê nedidîtin, welat terikandin. Wêrankirina xwezayê, kuştinên jinan zêde bûn.

Siyaseta şer ya Erdogan ya bi Kurdan re dagirkeriya li ser welatên herêmê, dagirkirin, tehdîd, kêşe û aloziyên li dijî cîranan ewlehiya Tirkiyeyê dixe xeterê. Navûdengê welat di qada navneteweyî de gelek ket.                    

Em bang li gelê xwe dikin: Hilbijartina bêt divê dawiyê li vê rewşê bîne!

Li dijî enflasyon, li djî granbuhayiya jiyanê, bêkarî, xizanî û îsrafa Qesrê, ji bo bilindkirina asta jiyana gel û misogerkirina pêşketina welat,

​Ji bo dawî li rejîma faşîst, çewisandin, îşkence û zextan were û ji bo pêkanîna hiqûq, edalet û demokrasiyê, azadiya Kavala, Demîrtaş, Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo Peymana Stenbolê bikeve jiyanê. pêşîlêgirtina wêrankirina jîngeha xwezayî,

​Ji bo bi hemû cîranên xwe re di nav aştî û dostaniyê de bijîn, li dijî qirkirinên di dîroka xwe de, li dijî operasyonên leşkerî û şerê li Kurdistanê, li dijî êrîşên li ser welatên cîran rû bi rû bimînin.

Werin em di 14ê Gulanê de dengê xwe bidin Kiliçdaroglu berendamê serokomariyê yê mûxalefeta hevbeş û di hilbijartinên parlamentoyê de jî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk, Tifaqa Ked û Azadiyê!

Hêzên şoreşger, pêşverû, aştîxwaz û demokrat, aktîvîstên hawirdor û avhewayê, sosyalîst û komunîst,

Werin em di vê kampanyaya hilbijartinê de tifaqa Ked û Azadiyê hê zêdetir xurt bikin, girseyên kedkar û zehmetkêşan bi rêxistin bikin, bi wan ve qadên xwe nîşandanan tijî bikin û tevgereke demokrasiyê ya bi hêz ava bikin.

Werin em bi hev re têbikoşin da ku beriya hilbijartinê û di dema hilbijartinê de hemû zext, hîle û lîstikên rejîma faşîst pûç bikin û ewlehiya sindoqan pêk bînin.

Piştî hilweşandina Erdogan, ji bo kûrkirina demokrasiyê, pêkanîna azadiyên herî berfireh, tesîskirina aştiyê, rizgarkirina gelan ji xizaniyê, zêdekirina refahê wê têkoşîn dê bidome.

TKP – 1920      www.tkp-online.com                                                                                            17.04.2023